|
Lezgîn Botan piştgirîya Barzanî kir |
|
2017-02-26 11:46 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî hevpeyvînek bi rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeine Zeitung re kiribû. Ji bo destpêkirina pêvajoya aştîya li bakurê Kurdistanê, xwestibû ku serokê HDP Selahattîn Demîrtaş û wekîlên din yên HDP bên berdan û azad bibin.
Di vê derbarê de wekîlê bajarê Wanê yê HDP Lezgîn Botan kêfxweşîya xwe anî zimên û piştgirî da helwest û siyaseta Mesûd Barzanî.
Lezgîn Botan, got ku "Mesûd Barzanî li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî bandorek mezin e û ew fikrên wî jî girîng dibînin".
Lezgin Botan, bi berdewamî got: “Birêz Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye. Di derbarê pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê de di warê dîplomasî û siyasî xwedî bandor e, fikrên wî girîng in. Li ser vî esasî em helwesta birêz Barzanî di cîh de dibînin".
Lezgîn Botan, da zanîn ku Barzanî ji bo temamê Kurdan kesayetîyek girîng û mezin e, kare di derbarê pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê de xwedî fikir û helwest be û ev nayê wateya desttêwerdana pirsgirêkên navxweyî".
|
|
|