|
PKK ji Şengalê re pirsgirêkan derdixe |
|
2017-02-26 11:06 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dek û dolab, plan û projeyên kirêt yên PKK di derbarê Şingalê de ranewestiyane. PKK ji Şingalê û ji Kurdên Êzîdî re pirsgirêkan derdixe û ji bo ku Kurdên Êzîdî ji Kurdistanê dûr bikevin, çi ji destê wê tê dike.
Di derbarê Şingalê û PKK de Serokê Encumena Şingalê Weysî Nayîf ji çapemenîyê re axivî û rexne li PKK û helwesta PKK girt.
Serokê encumena bajarê Şingalê Weysî Nayîf da zanîn ku çekdarên PKK li devera Şingalê meqer û xalên kontrolê datînin, li hember vegera koçberan û avakirina deverê astengîyan derdixin. Heger rewş wiha bidome wê Şingal bikeve nav kirîz û karesatek mezin".
Mana pkk li Şingalê hem ji alî Kurdên Êzîdî, hem ji alî Hikûmeta Kurdistanê û hem jî ji alî Amerîkayê ve tê rexnekirin û tê xwestin ku PKK ji Şingalê derkeve. Lê PKK bi dek û dolabên kirêt mana xwe ya li Şingalê dirêj dike û ji bo alozkirina rewşa Şingalê ji tiştekî bêpar namîne. |
|
|