|
Amerîka li pişta Kurdistanê ye |
|
2017-02-23 12:24 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Roj namîne ku şande û heyetên Amerîkî û welatên Ewrûpî serdana Herêma Kurdistanê nekin û bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtinan nekin. Ev serdan û peyamên ku ji awira gelemperî re tên dan, wek nîşanên xêrê û piştgirîya ji bo serxwebûna Kurdistanê tên nirxandin.
Di 22-2-2017an de şandeyek amerîkî dîsa serdana Kurdistanê kir û peyamên xurt dan. Heyeta ku ji heyeta dîplomatîk û leşgerî ya Kongreya Amerîkayê pêk dihat, serdana Hewlêrê kir û bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Heyeta dîplomatîk û leşgerî ya kongreya Amerîkayê, di hevdîtinên xwe de piştgirîya xwe dan Kurdistanê û piştrast kirin ku Amerîka di pêşerojê de jî wê li pişta Kurdistanê be û Kurdan bi tenê nehêle.
|
|
|