Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Her ku diçe hartir dibe
 
Her ku diçe hartir dibe
2017-02-18 23:09
MediaKurd > info@mediakurd.com
Destkeftîyên Kurdên rojava xewnên rayedarên dewleta Tirk direvîne. Bi taybet Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di her wesîleyê de nerazîbûna xwe nîşan dide û di kesayetîya PYD û YPG de gefan li Kurdên rojava dixwe.

Erdogan di derbarê rojavayê Kurdistanê de dîsa axivî û dîsa anî zimên ku ewê rê nedin li rojava dewletek Kurdî ava bibe.

Erdogan di axavtina xwe de got: "Me El Bab bidest xist, me El Raî jî bidest xist. Heya du sê rojan emê El bab bi temamî pakij bikin û piştî El Babê hedefa me Minbîc e. PYD û YPG li wir hene. Divê ew Minbîcê vala bikin. Divê bi temamî wêderê radestî birayên me yên Ereb bikin. Ji ber ku Minbîc yê Ereban e. Min ji Donalt Trump re jî gotiye. Piştî ku me Minbîc jî pakij kir, emê Minbîcê radestî birayên xwe yên ereb bikin."

Erdogan bi van gotinên xwe Ereb wek brayên xwe û Kurd jî wek dijminên xwe dibîne. Ji xwe êrîşên ser baregehên DAÎŞê ji Tirkan re mahne ne, armanca mezin ew e ku nehêlin Kurdên rojava bibin xwedîyê destkeftîyên netewî.