|
Em dest ji serxwebûna Kurdistanê bernadin |
|
2017-01-20 20:08 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davosê têkilî bi gelek serokên dewletan re danî û dîplomasîyek mezin da destpêkirin.
Mesûd Barzanî, li Davosê ji çapemenîyê re axivî û bersiva gelek pirsan da. Bi taybet li ser serxwebûnê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê axivî û behsa Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump jî kir.
Barzanî, di bersivên xwe de anî zimên ku "emê tucarî dev ji serxwebûna Kurdistanê bernedin" û armanca serxwebûna Kurdistanê dîsa da pêş. Barzanî got: "Em karin li gel Iraqa pêşerojê du cîranên baş bin, lê berlê wek şirîk me nikarîbû em bibin şirîkek baş. Ev rastîyek e, û ewên ku îtîrafê pê neke naxwaze rastîyan bibîne".
Di derbarê Rojavayê Kurdistanê de Barzanî got ku "rewşa rojava û Sûriyê gelekî aloz û tevlihev e. Mixabin ez pêşerojek geş ji bo rojava û Sûriyê nabînim" û anî zimên ku rewşa rojava û Sûriyê di pêşerojê de ne zelal e û pir tevlihev e.
Mesûd Barzanî, di derbarê Serokkomarîya Donald Trump de jî axivî û got: " Piraniîya ewên ku di îdareya Trump de berpirsatîyê digirin, li gel min bi xwe û li gel Herêma Kurdistanê nas û dost in. Cîgirê serokê nû jî bi telefonê li gel min axivî û dostanî û piştevanîya me dubare kir. Em hêvîdar in ku piştevanî zêdetir be ne ku kêmtir be".
Mesûd Barzanî, li civîna Davosê bi gelek serok û rêvebirên dewletan re rûnişt û gelek serokdewletan jî ew vexwendin welatê xwe da ku têkilîyên wan xurttir û germtir bibin.
|
|
|