Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Divê gelê Sûriyê biryarê bide
 
Divê gelê Sûriyê biryarê bide
2017-01-17 20:17
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di derbarê rewşa Suriyê û hewldanên aştî û rawestandina şer de dîtinên xwe anî zimên û behsa federasyonê jî kir.

Lavrov got ku "Di hevdîtinên ku ji alî Yekîtîya Neteweyan ve tên meşandin de divê hemû grûpên çekdar û ne çekdar beşdar bibin".

Lavrov, di derbarê Kurdan û piştgirîya federasyonê de jî dîtinên xwe gotin û got: "Divê ev pirs ne ji me lê ji gelê Sûriyê bê pirsîn. Temamê biryarên navnetewî bi piranîya dengan tên stendin. Di vê derbarê de divê gelên Sûriyê biryara xwe bidin û ji derveyî gelên Sûriyê divê kesek din midaxele nekin".

Lavrov di derbarê hevdîtinan de bi dewamî got ku "Yekîtîya Milletan bangewazîya hevdîtinan ji temamê grûpan re dike. Kurd jî di nav mixalefeta Sûriyê de cîh digrin. Temamê grûpên Kurd ji bo beşdarî hevdîtinan bibin hatine vexwendin".