|
Du nivîskarên Kurdên Kirmanşahê hatin revandin |
|
2017-01-15 19:36 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Du nivîskar û çalakvanên Kurd yên xelkê Kirmanşahê li bajarê Mêrdînê ji alîyê hêzên ewlehîya Tirkiyê ve hatin revandin û di derbarê çarenivîsa wan de tu zanyarî tuneye.
Li gor nûçeya ajansa Kurdpa, hêzên ewlehîya Tirkiyê li bajarê Mêrdînê du çalakvan û nivîskarên Kurd ên bi navê Secad Cehanferd (Jiyar) û Hesen Beled (ku xelkê parêzgeha Kirmanşah a Kurdistana rojhilat in) hatine revandin û çarenivîsa wan herdu çalakvanên Kurd ne diyar e.
Li gor heman çavkaniyê, du hefte ne ku herdu nivîskarên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê ji alîyê hêzên ewlehîya Tirkiyê ve hatine revandin û sedema revandina wan jî ne diyar e. Nûçeya girtina wan piştî du heftiyan hatiye belavkirin.
Secad Cehanferd, ku wek Jiyar tê naskirin, nivîskar û rêveberê malpera wêjeyî (Jiyar Kurd) e û xwediyê gelek pirtûkên ziman û wêjeya Kurdî ye, yek ji nivîskar û çalakvanên naskirî yê Kirmanşahê ye.
Hesen Belde jî çalakvanê çandî yê parêzgeha Kirmanşahê ye û ji bo xwendina xwe ya beşê zimanê Kurdî biqedîne, li zankoya Artuklu ya bajarê Mêrdînê dixwend.
|
|
|