Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gotûbêj dest pê dikin
 
Gotûbêj dest pê dikin
2017-01-15 18:57
MediaKurd > info@mediakurd.com
Îlankirina serxwebûna Kurdistanê ji her kesî re bûye meraqek mezin û piranîya Kurdan bi çar çavan li bendê ne ku Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe li dar bixe.

Helbet tenê bi dwxaza Kurdan serxwebûn pêk nayê. Şert û mercên herêmê, tifaq û yekrêzîya Kurdan, şertên cîhanê û xwesteka dewletên mezin yên cîhanê jî pêwist in. Herçiqasî di derbarê serxwebûna Kurdistanê de PKK Goran û beşek ji YNK pirsgirêkan derdixin û li dijî serxwebûna Kurdistanê ne jî, lê dewletên mezin wek Amerîka û dewletên Ewrûpayê bi gelemperî li gel serxwebûna Kurdistnê ne û di peyamên xwe de vê yekê eşkere yan jî nîv eşkere didin pêş.

Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetîya PDK Elî Ewnî, ji çapemenîyê re ragihand ku "Êdî divê gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên guhertin û emê pirsa serxwebûna Kurdistanê ligel wan gotûbêj bikin".

Elî Ewnî got ku “Biryar e komîteyek hevbeş ji bo gotûbêjan ligel Bexdayê pêk bê û emê awayê gotûbêjên xwe ligel Bexdayê biguherin. Vê carê emê behsa pirsa serxwebûnê bi awayekî berfirehtir bikin”.

Ewnî wiha ragihand ku "serxwebûn mafê me yê rewa û desturî ye. Piştî ku em ligel Bexdayê gotûbêjan bikin, emê li ser daxwaza gelê Kurdistanê mekanîzmayekê ji bo diyarkirina mafê xwe yê çarenûsê deynin".