Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hewlêr û Enqere têkilîyên xwe berfirehtir dikin
 
Hewlêr û Enqere têkilîyên xwe berfirehtir dikin
2017-01-09 17:32
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi heyetek mezin serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtin kirin. Çi di warê siyasî de, çi jî di warê bazirganî de di gelek xalan de bûn yek ûbiryar dan ku têkilîyên xwe berfirehtir bikin.

Di hevdîtina navbera Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim de, li ser berfirehkirina pêwendîyên navbera Hewlêr û Bexdayê biryar hat dan.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û şanda pê re bi serdana Hewlêrê kêfxweşîya xwe anîn zimên û hêvî kirin ku di pêşerojê de herdu alî, ango Enqere û Hewlêr di her warî de têkilîyên xwe xurttir bikin. Herdu alîyan di civînên hevbeş de li ser rewşa DAÎŞ, PKK, Şingalê û ewlehîya Tirkiye û Kurdistanê dîtinên xwe pêşkêşî hev kirin û fêde ji hev girtin.

Bînalî Yildirim û şanda pê re, hem bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û hem jî bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civîyan û kêfxweşîya xwe anîn zimên. Bi taybet herdu alî gîhan wê encamê ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê di warê sîstem û pergala perwerde û xwendina bilind û pêşxistina têkilîyên enerjiyê de hevkarî û têkilîyên xwe xurttir bikin.

Serdana Bînalî Yildirim û şandeya wî ji alî pisporên siyasetê ve wek gavek erênî tê şirovekirin. Her çiqasî PKK û hevalbendên wê ji vê serdanê ne razî bin jî, serdana Serokwezîrê Tirkiyê û şanda pê re ji alî awira gelemperî ya Kurdistanê ve erênî û çêker tê şirovekirin.