|
Li ser serxwebûna Kurdistanê disekinin |
|
2017-01-07 20:31 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hilbijartina Donald Trump gelek hêvî dide Kurdan. Li gor daxuyanîyên şêwirmend û xebatkarên Donald Trump, dixuye ku wê siyaset û polîtîka Amerîkayê di derbarê Kurdan û serxwebûna Kurdistanê de bû guhertin û wê ji siyaseta Barack Obama zêdetir xwedî li Kurdan derkeve.
Berî niha şêwirmendekî donald Trump gotibû ku " Trump li ber serxwebûna Kurdistanê nabe asteng". Û hinek kadroyên din yên nêzîkî Trumd dîsa bi şanazî û seerbilindî behsa Kurdan û pêşmergeyên Kurdistanê kiribûn û dikin. Ev jî helbet nîşanên vê yekê ne ku di desthilatdarîya Donald Trump de wê Kurd ji niha zêdetir xurt û xwedî gotin û rol bin.
Senatorê Amerîkayê Marco Rubio, wek gelek rêvebirên nêzîkî Donald Trump, diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji bo Amerîkayê hevalbendên bihêz in û got: "Em li ser mijara serxwebûna Herêma Kurdistanê disekinin".
Marco Rubio, diyar kir ku ew Hêza Pêşmerge ji bo Amerîkayê wek hevalbendek bihêz dibînin û ew ji bo pêşeroja herêmê perçeyekî girîng e.
Rubio anî zimên ku ew daxwaza serxwebûnê ya hikumeta Herêma Kurdistanê baş fêhm dikin û ew li ser vê mijarê disekinin".
|
|
|