Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hollande: Pêşmerge hemû cîhan ji metirsiya terorê rizgar kir
 
Hollande: Pêşmerge hemû cîhan ji metirsiya terorê rizgar kir
2017-01-02 22:23
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokkomarê Fransayê Francois Hollande serdana Kurdistanê kir û bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtin û civînan, herdu serokan agahdarî dan çapemenîyê.

Piştî civînê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Serokkomarê Fransayê kir ku pişta Kurdistanê bigire da ku Kurd di her warî de bigihên armancên xwe. Serokkomarê Fransayê Francois Hollande jî ragihand ku ewê wek berê di warê siyasî û leşgerî de bi her awayî piştgirîya Kurdistanê bikin

Piştî serdana çeperên Pêşmerge yên li Çiyayê Zertik, herdu serokan civînek rojnamevanî li dar xistin.

Di preskonferansê de Serokkomarê Fransayê Francois Hollande bi taybet piştgirîya xwe û welatê xwe ji bo Kurdistanê û pêşmergeyên wê dubare piştrast kir. Hollande, bi payebilindî pesnê qehremanî û canfedayîya pêşmergeyên Kurdistanê da û got: " Bê mêrxasîya pêşmerge, zehmet bû ku DAIŞ hatiba şikandin. Pêşmerge bi têkbirina terorê hemû cîhan ji metirsîya terorê rizgar kir. Divê cîhan jî li hember wê berpirsiyarîya bi cîh bîne, xwedî helwest be û tiştê ku pêşmerge kiriye li ber çav bigire.”