Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK nahêle malbat serdana zarokên xwe bikin
 
PKK nahêle malbat serdana zarokên xwe bikin
2016-12-30 20:46
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK li Şingalê bûye xof û tirsa dilê Kurdên Êzîdî. Zilma ku DAÎŞê li Kurdên Êzîdî kir, niha jî PKK li wan dike. PKK zarokên Kurdên Êzîdî direvîne, wan bi darê zorê dike çekdarên xwe û nahêle malbat serdana zarokên xwe bikin. Ji tirsa revandina zarokên wan, Kurdên Êzîdî naxwazin û newêrin vegerin warê xwe.

Di vê derba rê de Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, ji çapemenîyê re axivî û tirsa Kurdên Êzîdî anî zimên. Li gor Mehma Xelîl dibêje, PKK gelek keç û kurên Êzîdî revandine û nahêle malbatên wan serdana wan bikin. Herwiha eşkere dike ku xelk ji ber tirsa revandina zarokên xwe venagerin Şingalê.

Mehma Xelîl, bi dewamî gotiye: “Yên ku PKK ew xapandine û revandine di bin 18 salî re ne. Gelek malbat hatine cem me û li wan gilî kirine ku PKK zarokên wan revandine, û niha nahêlin bav û dayikên wan wan bibînin.”

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl Kurdên Êzîdî yên Şingalê ji du tiştan ditirsin û direvin. Yek jê DAÎŞ, ya din jî PKK. DAÎŞê keç û xortên wan revandin, û niha jî PKK heman karê ku DAÎŞ dike tîne serê Êzîdîyên Şingalê. Ji ber vê yekê jî Kurdên Êzîdî naxwazin vegerin Şingalê da ku zarokên wan ji alî PKK ve neyên revandin.