Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK xwest, PYD navê Rojava kir Bakurê Sûriyê
 
PKK xwest, PYD navê Rojava kir Bakurê Sûriyê
2016-12-28 20:06
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK û PYD ji bo ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê nagihên mafên xwe yên netewî, çi ji destê wan tê dikin. Pêşî navê Kurdistanê rakirin û ji Rojavayê Kurdistanê re gotin "Rojava". Di vir de jî armanc û nêta PKK û PYD xuyabû. Ji bo ku Kurdên Rojava li mafên xwe yên netewî û Kurdistanê dernekevin, navê Kurdistanê rakirin û tenê kirin Rojava. Û niha jî Rojava rakirin û navê wê jî guhertin.

Navê "Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê" hat guhertin û peyva “Rojava” jê hat derxistin.

Bi beşdarîya 165 endamên desteya Rêxistinî ya Encûmena Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokrat a Rojava-Bakurê Sûriyê, li Rimêlan civînek hat lidarxistin. Di civîna Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê de, navê Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hat guhertin û bû "Sîstema Federalîya Demokratîk a Bakurê Sûriyê".

Berî niha PKK bi zanebûn û li gor daxwaza dewletên dagîrker rexne li wê yekê girtibû û daxwaz kiribû ku navê “Rojava” ji navê sîstema federalîyê bê derxistin. Biryar li ser daxwaza PKK hat girtin û navê Rojava ji Sîstema Federalîya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê hat derxistin.

Rojavayê Kurdistanê ku bi xwîna keç û xortên Kurd hatibû rizgarkirin û Kurdan bedelên mezin di ber de dabûn, li ser daxwaza rejîma Sûriyê û PKK hat beravêtîkirin û ket bin xizmeta rejîma Sûrî, Îran û Tirkiyê. Balkêş e ku ev biryar piştî civîna Rûsya, Tirkiye û Îran hat girtin. Û piştî civîna her sê dewletan jî, rejîma Sûriyê ji PYD û YPG daxwaz kiribû ku terka Helebê bikin û doza federalîzmê nekin.

Di civînê de, Foze Yûsif, Endama komîteya TEV-DEMê ragihand û got: " Ew kesên ku dixwazin yekîtîya ax û gelê Sûriyê biparêzin divê dest ji hêvîyên xwe yên netewî berdin".

Gotinên Foze Yûsiv carek din nîşan dide ku PYD û YPG xizmetê ji rejîma Sûriyê û Îranê re dikin û dijminên nirx û destketinên Kurd û Kurdistanê ne.