Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Destûrê nade dewleta Kurdî ava bibe
 
Destûrê nade dewleta Kurdî ava bibe
2016-12-25 21:51
MediaKurd > info@mediakurd.com
Dewleta Tirk bilasebeb neket Sûrîyê. Helbet ne ji bo DAÎŞ û rêxistinên din ket Sûrîyê. Tirsa dewleta Tirk û Erdogan a herî mezin Kurd in û avakirina dewletek Kurdî ye. Ji ber vê tirsê jî dewleta Tirk û Erdogan berê artêşa xwe dan rojavayê Kurdistanê û dixwazin hinek bajar û herêmên girîng ji destê Kurdan derxînin. Bi vî awayî Tirk dixwazin herêmek tampon li rojavayê Kurdistanê ava bikin, wê herêma tampon bi Turkmenan dagirin, rê li ber hevgirêdana Kobanê û Efrînê bigirin da ku Kurd li rojavayê Kurdistanê nebin yek û nebin xwedî maf.

Serokkomarê Tirkîyê Erdogan ne niha, her demê ev tirsa xwe anîye zimên niyeta xwe ya rasteqîn eşkere kiriye. Êrîşên ser DAÎŞê û rêxistinên din ji bo Tirkan mahne û dek û dolab in helbet.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di 24.12.2016an de, di Komcivîna Danûstendinên de axavî û got: "Emê tu carî destûrê nedin ku li Sûriyê Kurd bibin xwedî dewlet".

Erdogan carek din dijminatîya xwe ya bi Kurdan re eşkere kir û ji xwe armanca operasyona ”Mertala Feratê” jî ne DAÎŞ e, lê Kurd in.