Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pirsgirêka Kurd bi terorê çareser nabe
 
Pirsgirêka Kurd bi terorê çareser nabe
2016-12-25 21:34
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wek tê zanîn, dewleta Îranê û nokerên wê li hemberî baregaha Deftera Siyasî ya HDK a li Koyê du bombe teqandibûn û di encamê de 5 endamên HDK û 2 karmendên asayîşê şehîd ketibûn. Piştî êrişê HDK daxuyanîyek belav kir û Dewleta Îranê sûcdar kir.

Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistana Rojhilat (HDK) Xalid Ezîzî anî zimên ku "pirsgirêka milletekî bi teror û kujtinê çareser nabe" û ji raya giştî re axivî.

Xalid Ezîzî, di dewama axaftina xwe de got: "Heke piştî terorkirina çend hevalên me û piştî kiryarên Komara Îslamî yên li dijî partî û alîyên siyasî yên Kurdistanê me xebat rawestandiba, diviyabû me berî niha ev kiriba. Lê Îran û alîyên ku pirsgirêka wan li gel Kurdan heye, divê tiştekî baş bizanin. Ew jî ev e; milletekî ku ji bo mafên xwe partî û rêxistin ava kirine, li pey bidestxistina mafên xwe ne. Pirsa milletê Kurd bi rêya şer, pevçûn, teror û tirsandinê çareser nabe".

Bi van gotinan, Xalid Ezîzî eşkere kir ku ewê ji ber êrîş û kujtinên rejîma Îranê dev ji xebat û şerê xwe yê rewa bernedin û ewê serî li ber gef û zixtên Îranê netewînin.