|
PKK zarokan dike çekdarên xwe |
|
2016-12-22 21:46 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li gor qanûna navnetewî, çekdarkirina zarokan di bin 18 salî re qedexe ye. Lê gelek rêxistinên ku şerê çekdarî didin vê qanûna navnetewî binpê dikin û zarokan dikin çekdarên xwe. Yek ji wan rêxistinan jî PKK ye.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Navnetewî (HRW)dibêje "PKKê sûcdar e ku ew zarokên temenê wan di bin 15 salan re ye çekdar dike û wan dişîne şer".
Rêxistina Human Rights Watch (HRW), di derbarê zarokên temenê wan piçûk yên di nava refên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) de ne raporek amade kir. HWR di rapora xwe de PKK wek sûcdar binav kir.
Rêveberê Beşa Zarokan ya HRW Zama Coursen-Neff, di raporê de dibêje ku, "PKK zarokan Kurd ên êzidî biçek kirine û herwiha 29 zarok neçar mane ku beşdarî refên şer bibin".
Li gor rapora HRW, her çiqasî zarok beşdarî çer nebin jî, jiyana wan di xeterê de ye.
|
|
|