Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Wezîrên Ewrûpî: Em li pişta we ne
 
Wezîrên Ewrûpî: Em li pişta we ne
2016-12-19 22:28
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezîrên Derve yên Hollanda, Belçîka û Luksembûrgê serdana Başûrê Kurdistanê kirin û bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek xêrdar kirin. Serdana van hersê wezîrên Ewrûpî balek mezin kişand ser xwe û wek nîşana xêrê hat şirovekirin. Serdana wezîrên Amerîkî û Ewrûpî û sozên ku ew didin, nîşana wê yekê ye ku pêşeroja Kurdistanê vekirî ye û serxwebûna Kurdistanê jî ne dûr e.

Hersê wezîrên Ewrûpî ragihandin ku di şerê li dijî DAÎŞê de wê Kurdistanê bi tenê nehêlin û ewê bi her awayî piştgirîya Kurdistanê bikin.

Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders, Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders û Wezîrê Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn, li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî civiyan û piştî civîna xwe, civînek rojnamevanî li dar xistin.

Di civîna rojnamevanîyê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku “Di vê demê de hatina hersê wezîran ji bo Kurdistanê girîng e û em vê serdanê wek piştevanî û alîkarîya xwe dibînin”.

Wezîrê Derve yê Luksenbûrgê Jean Asselborn, di wê civîna rojnamevanîyê de ragihand û got: “Me civînek baş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê lidar xist. Me behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kir. Em hatine da ku ji we re bêjin di şerê li dijî DAIŞ de em li pişta we ne . Em bi navê Yekîtîya Ewrûpa spasîya Kurdistanê dikin ku zêdetir ji 50% ji koçberên Iraqê hewandine. Em zanin ku Kurdistan cihê pêkvejiyanê ye û em zanin ku ji ber qutkirina budçeya Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, kirîza darayî li cem we heye.”

Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders jî got: “Ev cara duyem e ku ez serdana Herêma Kurdistanê dikim. Ez dixwazin bêjim ku em li pişta we ne. Herwiha piştî wî şerî jî di asayiş û aramîya Kurdistanê de emê piştevanîya we bikin . Em dixwazin ji aliyê bazirganî û aborî ve jî pêwendîyên me ligel Herêma Kurdistanê baş bin û alîkarîya we bikin. Em dixwazin konsulxaneya xwe ya fexrî li Herêma Kurdistanê vekin.”

Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders jî ragihand û got: “Herêma Kurdistanê û Hollanda pêwendîyek baş di navbera wan de heye û em ji wê pêwendîyê kêfxweş in. Ya girîng ew ku ev pêwendî pir bihêz e. Tîmek me ya leşkerî li Herêma Kurdistanê heye, ku ji alîyê perwerdeya leşkerî ve alîkarîya Hêzên Pêşmerge dikin. Herwiha em spasîya Herêma Kurdistanê dikin ku deriyê xwe ji koçberan re vekiriye. Di şerê Mûsilê de em li pişta kurdistanê ne".

Helwest û gotinên hersê wezîrên Ewrûpî jî piştgirî û alîkarîya Kurdistanê bûn. Ev jî xurtbûna têkilîyên Kurdistanê û welatên Ewrûpayê nîşan dide ku nîşana xêrê ye..