|
Salih Mislim dîsa piştgirîya dewletên dagîrker kir |
|
2016-12-08 18:03 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hevserokê PYD Salih Mûslim, li Parlamentoya Ewropayê, di semînerek taybet de axivî û dîsa dijminatîya Kurdistanek serbixwe û dijminatîya PDK kir. Salih Mislim, ragihand ku wan tenê bi PDK re arîşe û pirsgirêk hene û got: „PDK çavkaniîya pirsgirêkan e“.
Salih Mislim, di axavtina xwe de li dijî netew-dewletbûnê û serxwebûna Kurdistanê derket û got: „ Modêla dewleta netewî li Rojhilata Navîn modêlek neguncaw e û ezmûna wan li rojava jî serkevtî ye“.
Salih Mislim, di derbarê PDK de jî axivî, bi awayekî neyarane nêzîkî PDK û Barzanî bû û PDK wek bingeha arîşe û pirsgirêkan nîşan da.
|
|
|