Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tişta ku rêjîma Sûriyê nikarîbû kiriba, PYD dike
 
Tişta ku rêjîma Sûriyê nikarîbû kiriba, PYD dike
2016-12-08 17:45
MediaKurd > info@mediakurd.com
Endamê Polîtburoya Partîya Yekîtî Newaf Reşîd, di derbarê kiryarên PYD û alîgirên wê de axivî û siyaseta PYD bi tundî rexne kir.

Newaf Reşîd, ji malpera KDP.info re ragihand ku “Roj bi roj ji hemû xelkê Rojavayê Kurdistanê re eşkere dibe ku helwesta PYD ne Kurdayetî û Kurdistanîbûn e û armanca wan ew e ku projeya Kurdî di pêşerojê de sernegire”.

Reşîd bi dewamî got: “Bê çawa cîhan li ser Sûriyê bûye 2 beş, Kurd jî wisa bûne 2 beş. Beşek ji cîhanê ligel rêjîma Sûriyê ne û yên din ligel opozisyonê ne. Kurd jî beşek ji wan ligel rêjîmê ne û beşê din ku ENKS ye, xwedî projeyek neteweyî ye û Serok Barzanî serperiştiya wê projeyê dike. Ew alîyê din jî ku li yekîtîya gelan digere, dijayetîya projeya me dike û dibêjin pêwîstiya me bi dewleta Kurdî tuneye.”

Nûnerê Partîya Yekîtî li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd, bi axavtina xwe de anî zimên û got ku “Tişta ku rêjîma Sûriyê 50 salî nikarîbû li hemberî Kurdan bike, niha PYD wek nûnerê rêjîmê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan dike. Ku ji nehiştina xebata siyasî û demokrasî û guhertina demografîya Kurdistanê destpêkir û niha ala Kurdistanê dişewitînin.”

Newaf Reşîd, di derbarê têkilîyên bi PYD re jî axivî û got: “Heke vê carê em danûstandinan ligel PYDê bikin, wê mercên me mafên neteweyî bin, ji ber ku ew ne Kurd in. Eger li ser pirsên neteweyî me lihev kir, pirsên din wê ti pirsgirêka wan tunebin.”