Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gotinên "serxwebûna Kurdistanê" lîstikên hinek welatan e
 
Gotinên "serxwebûna Kurdistanê" lîstikên hinek welatan e
2016-12-06 22:33
MediaKurd > info@mediakurd.com
Yek ji dagîrkerên ku herî zêde li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve, dewleta Îranê ye. Hikûmeta Tehranê hem bi rêya hikûmeta Bexdayê, hem jî bi rêya Tevgera Goran, beşek ji YNK û bi rêya PKK her astengan derdixin da ku Kurd ji serxwebûnê dûr bikevin û Kurdistan serbixwe nebe.

Di vê derbarê de Serokê Parlamentoya Îranê li ser îdiayên piştî operasyona Mûsilê axivî û got ku "divê yekparçebûna Iraqê bê paraztin".

Serokê Parlamentoya Îranê Larincanî, di civîna rojnamevanî de li ser pirsên rojnamevanan axivî û got: "Divê biryara vê mijarê gelê Iraqê bide. Em bawer dikin ku wê gelê Iraqê jî li gor mercên herêmê biryara rast bide. Li gor me divê yekparçebûna Iraqê bê paraztin. Divê ew welatên ku ketine pey van lîztikan bizanin ku wê ev mesele serê wan jî biêşîne."

Hikûmeta Tehranê ji serxwebûna başûrê Kurdistanê ditirse ji ber Kurdên rojhilat jî serî hildane û heke başûrê Kurdistanê serbixwe bibe, ewê ji her çar oarçeyên Kurdistanê re bibe nimûne û wê Kurdên parçeyên din jî doza serxwebûnê bikin.