|
Erdogan sersaxî li Serok Barzanî kir |
|
2016-12-06 22:20 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Bi minasebeta wefata xwişka Mesûd Barzanî Eqlîma Barzanî, gelek serok û rêvebirên dewletan sersaxî li Mesûd Barzanî kirin û xemgînîya xwe anîn zimên. Yek ji wan jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû.
Erdogan bi rêya pêwendîyek telefonî serxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û xemgînîya xwe anî zimên.
Erdogan di wê pêwendîya telefonî de, ji ber koça dawîn a xwîşka wî Eqlîma Barzanî, sersaxî li Mesûd Barzanî kir û hêvî kir ku ew ji xem û nexweşîyan dûr be. |
|
|