Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Li Tirbespiyê jî ofîsa ENKSê hat şewitandin
 
Li Tirbespiyê jî ofîsa ENKSê hat şewitandin
2016-12-06 22:16
MediaKurd > info@mediakurd.com
li rojavayê Kurdistanê PYD nahêle ku tu hêzek Kurdî ji derveyî wê xebata xwe ya siyasî bike û çalak be. Bi taybet li dijî ENKS û alîgirên wê zilmek mezin dike, serok û endamên wê diire, ofîsên wê dişewitîne û bi hinceta ENKS ala Kurdistanê jî dişewitînin û bêrêzîyek mezin li hember ala Kurdistanê û nirxên netewî dikin.

Ofîsa Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li bajarokê Tirbespîyê jî hat şewitandin.

Di encama şewatê de, hemû kelûpelên ofîsê şewitîn. Her çiqasî tiştek bi kesî nehatibe jî, şewitandina ofîsa ENKS nîşana gef û zilmê ye.

Berî çend rojan li bajarê Amûdê jî ofîsa ENKS ji alîyê alîgir û hêzên PYD ve hatibû şewitandin, alaya Kurdistanê ji ser bane ofîsê hatibû rakirin û hatibû şewitandin.

Piştî van kiryarên qirêj yên li dijî ENKS û şewitandina ala Kurdistanê, guman tê kirin ku ofîsa ENKS ya li Tirbesipîyê jî alîgirên PYD şewitandibin.