Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şewitandina ala Kurdistanê karê şofînistan e”
 
Şewitandina ala Kurdistanê karê şofînistan e”
2016-12-06 22:09
MediaKurd > info@mediakurd.com
Helwest û şermezarkirinên li dijî şewitandina ala Kurdistanê zêde dibin. Alîgirên PYD li bajarê Amûdê di xwepêşandana ENKS de ala Kurdistanê şewitandibûn û dijminatîya xwe ya li dijî dewletbûn û ala Kurdistnê dîsa nîşan dabûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barznî, di vê derbarê de anîbû zimên ku kesên ala Kurdistanê şewitandine wê bedêla wê bidin. Û niha jî
Serokê Partiya Serbestî ya Kurdistanê Arif Bawecanî li hemberî bêrêzîya PYD û şewitandina ala Kurdistanê derket û bertek nîşan da.

Serokê Partîya Serbestî ya Kurdistanê Arif Bawecanî, ji çapemenîyê re ragihamd û got: “Mixabin alîyek siyasî Kurdî êrişî ala Kurdistanê dike. Nabe ji kerbê ENKS êrişî ala Kurdistanê bikin. Tiştê em dizanin ku dijmin, şofînist û dagîrker êrişî ala Kurdistanê dikin û şewitandina wê ala pîroz karê şofînistan e”.

Bawecanî herwiha anî zimên û got: “Ez bi tundî wê êrişê û wî karî şermezar dikim û hêvîdar im em zarokên xwe fêrî wê yekê nekin ku karên xerab li hemberî pîroziyên xwe bikin. Ez fêm nakim çima ewqasî dijatîya ala Kurdistanê dikin. Gerek em destxweşîyê li Serok Barzanî bikin ku ev ala pîroz gihandiye vê rojê”.