|
Ez û hevalên min em piştevaniya peyama Barzanî dikin |
|
2016-11-28 18:20 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî piştgirîya xwe ji bo peyama serokê herêma Kurdistanê da.
Daxuyanîya Kosret Resûl Elî weha ye:
Rewşa giran a herêma Kurdistanê rastî rewşeke dijwar a siyasî û aborî hatiye, herweha rastî metirsiyên giran û cudabûnê li ser hene. Di wan şert û mercan de ku civaka gelê Kurdistanê pirsgirêkên jiyan û derbaskirinê roj bi roj nexweş û girantir dibe, partiyên siyasî nekarîn li ser parastina destkeftên gelê me û berjewendiyên wê yên bilind bibin alîkar.
Destpêşxeriya serok Barzanî ji aliyê wan şert û mercan de û ji aliyê erkên mezin ên kurd û Kurdistanê de, xwedî nirxekî mezine û deriyekî guncaw ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên herêma Kurdistanê vedike. Heger bi hişyarî û bi dilsozî bê cîhbicîh kirin, dikare pêngavên pir baş ji bo çareserkirina alîyên aborî û jiyana xelkê gav bên avêtin. Ji bo vê:
1-Ez bi navê xwe û hevalên xwe piştevanîya vê pêngavê dikim û bi hemû hêza xwe emê hewl bidin ev gav bigehê armanca xwe.
2-Ez daxwaz ji hemû tekoşerên YNKê dikim ku bi hemû hêza xwe piştevanîya çareserîya siyasî û aborî li destpêşxerîya Barzanî bikin û bibin hêzek hişyar û dilsoz ji bo xizmeta gel û niştiman.
3-Hêvîdar im hemû partî û alî bi giyana lixweborîn û hestkirina berpirsyarîya dîrokî alîkarî bikin ku ev destpêşxerî bê kirin û pêngavên kêrhatî ji bo derbasbûna gelê me û herêma Kurdistanê ya ji vê krîza metirs a hemû alîyên jiyana gelê me bê derbaskirin.
Kosret Resûl Elî
Cîgirê Yekem ê sekreterê giştî yê Yekitî Nîştimanî Kurdistan
22.11.2016 |
|
|