|
Ti karê PKKê li Şingalê nîne |
|
2016-11-26 21:55 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji televîzyona BBC Farisî re axivî û di derbarê serxwebûna Kurdistanê, rewşa Kerkûkê û mana PKK a li Şingalê axivî.
Serok Barzanî, ji televîzyona BBC Farisî re daxuyand ku "em li ser daxwaza serxwebûnê bi rijd in û tu kes nikare pêşîya serxwebûna Kurdistanê bigre". Barzanî, di derbarê Kerkûkê de anî zimên û got ku "Em ji Kerkûkê û ji navçeyên ku hatine rizgarkirin venakişin".
Serok Barzanî li ser rewşa Şingalê û PKK jî axivî û got: "Nêrîn û bijardeya min ew e ku Kurd şerê hev nekin. Lê hinek kom vê yekê ne baş bi kar tînin. Tu karê PKKê li Şingalê nîne û divê vê derê jî wek cihekî pêngav avêtinê bikar neyne”.
Serok Barzanî diyar kir ku serdema înkarkirina Kurdan bi dawî bûye û got:“Serdema înkarkirina Kurdan bi dawî bûye. Ev yek sûdê nade tu welatekî, lê divê Kurd jî ji bo gihiştina mafên xwe û parastina nasnameyên xwe, ligel rêveberiyên navendî rêyên çareserîya aştîyane û guftûgoyan peyda bikin”.
|
|
|