Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PE ji bo cemidandina muzekereyên bi Tirkiyê re biryar da
 
PE ji bo cemidandina muzekereyên bi Tirkiyê re biryar da
2016-11-24 19:00
MediaKurd > info@mediakurd.com
Parlamentoya Ewropayê (PE) pêşniyara cemidandina demkî ya endamtîya Yekîtiya Ewropa ya Tirkiyê qebûl kir.

Di dengdanê de, biryara di derbarê cemidandina gotûbêjên bi Tirkiyê re li hemberî 37 dengan bi 479 dengan hat qebûlkirin, 107 parlamenter jî bêbiryar man.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku "ji bo gotûbêj carek din dest pê bike, divê Rewşa Awarte bi dawî bibe".

Biryara Parlamentoya Ewropayê tenê pêşniyaz e, biryarek ne girêdar e, lê bandora xwe heye.

Tê hêvîkirin ku di rojên pêş de ev biryar di civînên serokên dewletên Ewropayê de bê nîqaşkirin û biryara dawîn li ser bê dan.