Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Peyama serok Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê
 
Peyama serok Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê
2016-11-21 23:05
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek li ser rewşa Herêma Kurdistanê belav kir.

Daxuyanîya Serok Barzanî li jêrê ye.


“Bi nave xwedayê bexşîner û dilovan

Di heyama çend rojên bihorî de hejmarek rêzdarên siyasî û ferhengî û akademîk pêwendî bi min kirine û dibêjin, nêrîna me û beşek ji hevwelatiyan jî ev e ku çareseriya kirîzên Herêma Kurdistanê li cem min e û tê gotin, ku Barzanî dikare arîşeyan çareser bike.

Weke her hevwelatiyekê Kurdistanê, ez hez dikim kirîz û arîşe nemînin û dawî pê bihên, lê belê sedemên arîşe û pirsgirêkan zêde ne. Beşek ji wan derveyî ne û pêwendî bi rewşa siyasî û aborî û ewlehiya Iraqê û deverê bi giştî hene, weke êrişa terorîstan û şerê DAIŞ’ê, kêmbûna nirxê petrol, qutkirina bûdceya herêmê û ew rewşa ne asayî yak u di encama mêvandariya sedan hezar koçberan çê bûye. Beşeke din jî arîşeyên navxweyî be û vedigerin bo rikberiyên aliyên siyasî yên herêmê.

Eger çareseriya arîşeyên siyasî û navxweyî yên Herêma Kurdistanê li cem min e, wê demê min çend caran partî bang kirine bo civînê, lê belê bi hincetên cûr bi cûr nehatin. Herwiha min daxwaz kiriye ku partî bi hev re rûnin û çareseriya vê rewşê bikin, dîsa jî rûneniştin û mil nedan ber berpirsatiya vê rewşê.

Derbarê çareseriya kirîza herêmê, min nêrîna xwe di vê bareyê de ragihandiye, ez niha jî dubare dikim, çareseriya kirîza siyasî ya herêmê bi vî awayî dibe ku partî bikevin nav gotûbêjan û parlamento were aktîvkirin û serokatiyeke nû bo parlamentoyê were hilbijartin. Çimkî ji bo hemû aliyekê zelal e, çênabe ewên ku bûne çavkaniya kirîza, dubare serokatiya parlamentoyê werbigirin. Herwiha partî divê li ser wê yekê li hev bikin, ku hikûmeteke nû were damezrandin û rêzdarek jî bo serokatiya herêmê heta dema hilbijartinan were destnîşankirin, da ku erkê serokatiya herêmê bigre ser mile xwe û ez jî dî bi hemû awayekê alîkariya vê proseyê bidim.

Derbarê nerazîbûna mamostayan û fermanberan de jî, ez rêz didim ji bo daxwaz û mafên rewayên wan û heqê wan e ku daxwaza mafên xwe li hikûmetê û aliyên pêwendîdar bikin û ez piştevaniya wan dikim û pêwîst e welatê me di xweşî û asodeyiyê de be, lê belê ji ber kirîz û arîşeyên ewlehî û aborî û siyasî ku hatine pêş, îmkan û şiyayên hikûmetê sînordar bûye, lê belê ku wiha bibînin çareserî heye, bila alî û hikûmet kerem bikin bi hev re bi şefafiyete tevahiya rewşê çareser bikin û hemû tiştan jî bigrin ber çavan û dawî bi mûzayedat û şêwandina raya giştî were anîn.

Ez baş zanim, bajarê Silêmaniyê di jêr terora fikrî de ye û gerek ev terora fikrî ya li ser bajarê Silêmaniyê heye, were şikandin. Ev bajarê hanê, herdem rûbirûyê zulm û dagîrkeran bûye û xortên wê amade bûne ku bi saxe sax werin çalkirin, lê li beramber Zeîm Sidîq bi serbilindî rawestiyan û amade nebûn gotinekê bêjin sembolên gelê Kurdistanê. Ev nêrîna min e li ser Silêmaniyê û xelkê serbilindê wê. Bila kes hewl nede şiroveyeke din li ser xelkê vî bajarî ferz bike.”