|
PKK keçên Êzdî bi zorê dibe Qendîlê |
|
2016-11-21 22:53 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serê Kurdên Êzîdî yên Şingalê bi PKK re ketiye belayê û li çareserîyan digerin ka wê çawa ji bela PKK azad bibin. PKK a ku dixwaze herêma Şingalê ji Kurdistanê cuda bike û wek kantonek serbixwe damezrîne, keç û xortên Êzdî bi zorê dibe Qendîlê.
Di vê derbarê de Qaymeqamê Şingalê eşkere kir ku "çekdarên PKK keçek Êzdî êşkence kirine û dixwestin bi zorê wê bibin Qendîlê. Lewma jî eger PKK li ser van karên xwe berdewam be, xelk venagerin Şingalê û ev bajar nayê avakirin".
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdên Êzdî ji ber metirsîyên PKK naxwazin vegerin Şingalê, ji ber ku PKK rê li ber avakirina Şingalê digire û xelk dibêjin em nikarin vegerin ser mal û milkê xwe, ji ber ku çekdarên PKK bi zorê keçên me direvînin”.
Mehma Xelîl wiha got: “Niha Êzdî di rewşeke bi tirs de ne û nizanin ewê çi bikin û çawa xwe ji çekdarên PKK biparêzin. Eger Serok Barzanî ew piştrast nekirbana ku Hêzên Pêşmerge wan biparêzin, yek Êzdî li Kurdistan û Iraqê nedima û wê hemû çûbana derve.”
Qayîmeqamê Şingalê da zanîn ku wan gelek caran hewl dane ku welatên cîhanê alîkarîya avakirina Şingalê bikin, lê PKK dibe rêgir ji avakirin û vegera xelkê re, keçên Êzdî bi zorê direvînin û wan dibin Qendîlê. |
|
|