Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bexda dixwaze PKKê li Kerkûkê bihêz bike
 
Bexda dixwaze PKKê li Kerkûkê bihêz bike
2016-11-21 22:45
MediaKurd > info@mediakurd.com

Parlamenterê Kurd û endamê Lijneya Asayîşa parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah, di derbarê PKK û hikûmeta Bexdayê de ji çapemenîyê re axivî got ku "Bexda dixwaze PKK li Kerkûkê bihêz bike, ji ber wê jî vê dawîyê hikûmeta Bexdayê çek dane PKKê. Hikûmeta Bexdayê wisa hizir dike ku eger PKK bihêz bibe, dikarin Kerkûkê bixin bin kontrola xwe. Lê bila bizanin heta partîyên Kurdî bihêz bin, Bexda nikare li Kerkûkê bihêz bibe".

Şaxewan Ebdullah, bi dewamî axivî ye û gotiye: "Qesta Bexdayê ji bihêzkirina PKK ew e ku bi destê PKK siyaseta xwe bicîh bike. Heşda Şeibî û Îran jî piştgirîya vê yekê dikin. Helbet partîyên Kurdistanî tu carî li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê nayên xwarê û wê PKK jî wek hêza dijî Kurd bibînin. Yek ji armancên Bexdayê jî ew e ku Tirkiyê li hember Turkmenên Kerûkê tehrîk bike".