Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dixwazin Kurdistanê têk bidin
 
Dixwazin Kurdistanê têk bidin
2016-11-18 21:32
MediaKurd > info@mediakurd.com
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku gelek caran dixwest Kerkûk bibe bajarek serbixwe û ji Kurdistanê cuda bibe, di derbarê ew kesên ku dixwazin Silêmanî bi Bexdayê ve bê girêdan de axivî û rexne li wan girt.

Necmedîn Kerîm, ku heman demê Endamê Polîtburoya YNKê ye, di derbarê îdîaya hinek endamên partîya wî ku dibêjin "bi plana PDK hewl heye ku Kerkûk bibe herêm" got ku, “Ev yek nerast e, yên ku wan tohmetan dikin, eslen rast nabêjin û bila bêjin wan ji bo vegera Kerkûkê ya ser Herêma Kurdistanê çi kiriye.”

Necmedîn Kerîm ji çapemenîyê re got: “Dema behsa herêmkirina Kerkûkê hat kirin, Polîtburoyên PDK, YNK û Goran jî daxuyanî derxistin û gotin divê Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê. Lê niha hin ji wan kesên ku daxwaza vegera Kerkûkê ya ser Kurdistanê dikirin, dibêjin bila Hikûmeta Iraqê Silêmaniyê birêve bibe. Ev yek durûtî ye. Ev jî tê wateya ku dixwazin Herêma Kurdistanê têk bidin.”