Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ahmet Turk ji kar hat dûrxistin
 
Ahmet Turk ji kar hat dûrxistin
2016-11-17 20:18
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Türk, ji alîyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin û Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman li şûna wî wek qeyûm hat bicîhkirin.

Ahmet Turk, piştî girtina ji wezîfeyê axivî û diyar kir ku "desthilatdarîya AKP dixwaze her kesî şoq bike û bi vî rengî bêdeng bike. Lê belê wê bi ser nekevin."

Hevşaredar Ahmet Türk, got ku "di 12"ê Îlonê û salên 1990"î de jî êrîş û pêkanînên faşîzan ên bi heman rengî hatin kirin. Lê wê bi ser nekevin. Ew nikarin bi me. Çawa ku me wê çaxê serî netewand, emê îro jî netewînin. Bi van êrîşên şoqê û zextan dixwazin gel biqutifînin. Lê gelê Kurd gelekî rêxistinbûyî ye û wê bersivê bide êrîşên bi vî rengî û hemû êrîşan pûç bike."