Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Yên dibêjin bila Bexda rêveberiya Kurdistanê bike, xayin in
 
Yên dibêjin bila Bexda rêveberiya Kurdistanê bike, xayin in
2016-11-15 20:04
MediaKurd > info@mediakurd.com
Tevgera Goran û serokê wê Newşîrwan Mistefa, dixwazin ku bajarê silêmanîyê ji alî hikûmeta Bexdayê ve bê birêvebirin û Silêmanî ji bin desthilatdarîya Kurdistanê derkeve. Ji ber vê helwesta dij Kurdistanî, alîgirên xwe berdidin kuçe û kolanan û êrîşî dezgehên PDK dikin.

Li ser vê helwesta Tevgera Goran a dij Kurdistanî, Firaksiyona PDKê ya li parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî wan kesên ku daxwaz ji Bexdayê kirine derket û nerazîbûn nîşan da. Firaksiyona PDKê ya li parlamentoya Kurdistanê bi daxuyanîyekê ragihand ku "Yên wê yekê dixwazin “xiyanetê li gelê Kurdistanê dikin û xwefiroş in”.

Firaksiyona PDKê ya li parlamentoya Kurdistanê, di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku li Herêma Kurdistanê hinek kes û alîyan daxwaz ji Bexdayê kirine ku “Heger rêkeftina vê dawîyê ya Hewlêr û Bexdayê bi ser nekeve, bila Bexda rasterast rêveberîya parêzgehan muxatab bigire”.

Firaksiyona PDKê, bi tundî li dijî wê yekê derket û ragihand: “Em ji wan kes û alîyan re dibêjin ku daxwazîya wan tê wateya dijîtiya serxwebûn û mafên rewa yên gelê Kurdistanê, tê wateya xiyanetkirin û xwefirotinê.”