Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK nahêle Leşgerên Roj vegerin rojava
 
PKK nahêle Leşgerên Roj vegerin rojava
2016-11-13 13:44
MediaKurd > info@mediakurd.com
Pêşmergeyên Rojava, ku wek Leşgerên Roj tên naskirin, li başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin û hejmara wan nêzîkî deh hezaran e. Pirsgirêka mezin ew e ku PKK û PYD nahêlin Pêşmergeyên Roj derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û beşdarî rizgarkirina xaka rojavayê Kurdistanê bibin.

Di vê derbarê de Fermandeyê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge Ezîz Weysî, eşkere kir û ragihand ku PKK rê nade pêşmergeyên rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Pêşmergeyên Rojava li benda biryarekê ne ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û wê navçeyê biparêzin. Lê mixabin PKK rê nade wan ku derbasî rojavayê Kurdistanê bibin û xaka welatê xwe biparêzin. PKK rê dide her rêxistin, partî û grûpên çekdar ên ku ne Kurd in. Lê ji bo pêşmergey û dem û dezgehên Kurd derîyan asê dike û rê li ber wan digire, nahêle ji xwe pê ve hêzek din li rojavayê Kurdistanê hebe.

Fermandeyê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge Ezîz Weysî, di derbarê vê yekê de ji K24’ê re ragihand ku "PYD darê destê PKK ye û PKK rê nade pêşmergeyên rojava vegerin ser xaka xwe".