Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Erebên ku êrîşî Şingalê kiribûn, dibin çekdarên PKK
 
Erebên ku êrîşî Şingalê kiribûn, dibin çekdarên PKK
2016-11-09 18:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, li ser rewşa PKK û Erebên Şengalê ji PDK. info re axivî û anî zimên, "Ew Erebên ku êrişî Şingalê kiribûn û tade li xelkê Şingalê kiribûn, direvin cem PKK û PKK wan dike çekdarên xwe".

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, bi dewamî got: “Ew xortên Şingalê yên ku bi gotinên cuda ji alîyê PKK ve hatibûn xapandin û ji rê çûbûn, niha ji wan dûr dikevin û poşman dibin. Ji ber ku zanin PKK nikare xizmet û îdareya Şingalê bike tu bawerîya wan bi PKK nemaye û zanin ku di dawîyê de PKK wê ji wan re bibe pirsgirêk.”

Xelîl, di derbarê êrîşkarên ser Şingalê de jî eşkere kir ku “Erebên êrîşî Şingalê kiribûn û zilm li Şingalîyan kiribûn, direvin nava PKK û PKK wan dike çekdarên xwe. Ji ber vê yekê jî, bawerîya xelê Şingalê bi PKK nemaye".