|
Donald Trump bû serokê Amerîkayê |
|
2016-11-09 17:37 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Namzedê komarxwazan ê Serokatiîya Amerîkayê Donald Trump, di hilbijartinên serokatîyê de bi piranîya dengan qezenc kir û bû 45.mîn serokê nû yê Amerîkayê.
Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump, di axaftina xwe ya destpêkê de, spasîya hemî hilbijêran kir û got:"Ezê bibim serokê hemû Amerîkayîyan û her tiştî jî bo paraztin û pêşxistina berjewendîyên Amerîkayê bikim".
Donald Trump, berî niha di axavtinên xwe yên hilbijartinê de gotibû ku "emê zêdetir piştgirîya Kurdan bikin" û peyamek xurt dabû Kurdan. |
|
|