Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kerkûk di bin kontrolê de ye
 
Kerkûk di bin kontrolê de ye
2016-10-21 18:16
MediaKurd > info@mediakurd.com
Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û navçeyên wê cîh li terorîstên DAÎŞê teng kiriye. Ji bo ku hêzên pêşmerge xwe ji şerê Mûsilê vekişînin, terorîstên DAÎŞê berê xwe didin Kerkûkê û dixwazin li Kerkûkê alozîyan derêxin da ku şerê Mûsilê rawestînin.

Îro komek çekdarên DAIŞ’ê êrîşî Kerkûkê kirin. Hêzên ewlehiyê heta niha 13 ji wan kujtine lê hinek ji wan xwe di nav avahîyan de veşartine û li ber xwe didin.

Di derbarê rewşa Kerkûkê de, berpirsê liqa sê yê PDK Teha Teyfûr, da zanîn ku rewşa bajêr bi piranî hatiye kontrolkirin. Sedema ku derfeta êrîşkirina da terorîstên DAÎŞê ew bû ku piranîya berpirsên Kerkûkê li derveyî bajêr bûn û ne li Kerkûkê bûn".

Teha Teyfûr herweha anî zimên ku Erebên başûrê Kerkûkê alîkarîya DAIŞê dikin û sedema ku terorîstên DAÎŞê bi hêsanî karin xwe li hinek taxên Kerkûkê veşêrin ev e.