Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em piştgiriya Pêşmerge dikin
 
Em piştgiriya Pêşmerge dikin
2016-10-21 18:02
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serok û hevserokên PKK û PYD roj namîne ku dijminarî û rikberîya PDK û Barzanî nekin. Roja ku muhtac dibin berê xwe didin Hewlêrê û bi Barzanî re dicivin. Lê roja ku cîh li wan fireh bû, dîsa dest bi dijminatî û antîpropagandaya PDK û Barzanî dikin. Yek ji wan kesan jî bêguman Serokê PYD Salih Mislim e.

Salih Mislim, vê carê di derbarê operasyona Mûsilê de piştgirî da pêşmerge û pesnê pêşmerge da.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di derbarê operasyona Mûsilê û rewşa dawî ya rojavayê Kurdistanê de ji çapemenîyê re axivî . Muslim got ku "Hêzên pêşmerge niha ji bo gelê Kurd li Mûsilê şer dikin. Ez ji vir slavên xwe ji wan re dişînim. Ew birayê me û zarokên me ne. Em tim li kêleka wan in û dikarin piştgiriîya wan bikin".

Salih Mislim di daxuyanîya xwe de anî zimên ku "divê hemû hêzên Kurd bibin yek û got: " Hêzên pêşmerge çawa ku derbasî Kobanê bûn û alîkarîya hêzên YPG’ê kirin, YPG jî li Şengal, Mûsil, Kerkûk û li temamê Kurdistanê dikare piştevanî û alîkarîya wan bike. Daxwaza me jî ev e ku hemû hêzên Kurd li hemberî rêxistina DAIŞ’ê bibin yek. Em hertim dibêjin bila hemû hêzên Kurd di bin fermandarîyekê de bibin yek. Divê baregehek hêzên Kurd jî hebe. Helbet ev jî girêdayî civîna Kongreya Neteweyî ye."

Salih Muslim, di axavtina xwe de da zanîn ku "Li Mûsilê ne YPG û ne jî hêzeke pê ve girêdayî tuneye. Kesî ew venexwendin. Lê rêxistina DAIŞ’ê dijminê Kurdan e li ku derê be YPG amadeye şerê wan bike. Heke ji bo şerê Mûsilê daxwazê ji me bikin em ê tev lê bibin.”