|
Pêşmergeyên Roj amade ne |
|
2016-10-20 19:40 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê “Leşkerên Roj” jî di nav şerê kontrolkirina Mûsilê de erkê xwe bi cîh tînin û şerê DAÎŞê dikin. Leşkerên Roj didin zanîn ku ew amade ne li her çar parçeyên Kurdistanê şerê neyarên Kurdan bikin.
Leşkerên Roj, di şerê rizgarkirina Mûsilê de bi hezar pêşmergeyî beşdar bûne û çend gundên Mûsilê jî xistine bin kontrola xwe. Ev ne cara yekem e ku Leşkerên Roj şerê DAÎŞê dikin. Lê hêvîya wan a mezin ew e ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û li Rojavayê Kurdistanê jî şerê DAÎŞê bikin û xaka xwe rizgar bikin.
Fermandarên Leşkerên Roj ji çapemenîyê re anîn zimên ku ew amade ne li her çar parçeyên Kurdistanê şerê neyarên Kurd bikin û xaka Kurdistanê ji bin nîrên dijminan rizgar bikin.
|
|
|