Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Îcar jî bi 50 rûsipîyên Kurdan re dicive
 
Îcar jî bi 50 rûsipîyên Kurdan re dicive
2016-10-20 19:11
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokkomarê Tirkîyê Erdogan, civînên bi muxtaran re ji xwe re kiriye adet û her serê çendakê wan vedixwîne civînê û aqil dide wan.

Berî niha wezareta navxweyî li Enqerê civînek bi cerdevan û serokeşîrên Kurd re li dar xistibû.

Li gor tê gotin wê Erdogan di 20.10.2016an de bi 50 rûsipîyên Kurd re, ku piranîya wan ji nûnerên rêxistinên civakî yên medenî û ji rûsipîyên Kurdistanê pêk tên, civînekê li dar bixe.

Her çiqasî naveroka civînê ne zelal be jî, lê tê bawerkirin ku wê Erdogan ji rûsipîyên Kurd re bêje "alîkarîya terorê û terorîstan (yanî PKK) nekin û
nebin dijminê dewleta xwe".