Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pêşmerge di operasyona Mûsilê de rola sereke dilîzin
 
Pêşmerge di operasyona Mûsilê de rola sereke dilîzin
2016-10-19 18:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Yek ji welatên ku herî zêde alîkarîya pêşmerge û Kurdan dike, Kanada ye. Hem di warê şêwirmendî û hem jî di warê perwerdekirina pêşmerge de Kanada alîkarîyek mezin dide Kurdan.

Wêzîrê Parastina Kanadayê Harjit Sajjan, di civîna parlementoyê de ji rojnamevanan re axivî û got ku "Ev zêdeyî du salan e ku hêzên girêdayî artêşa Kanadayê hêzên Kurdan perwerde dikin. Divê bi serbilindî vê bibêjim ku leşkerên me di operasyna Mûsilê de alîkarîyê didin hêzên Kurd. Ew hêzên Kurd ên ku me perwerde kirine, rola sereke di operasyona Mûsilê de dilîzin. Em bi vî tiştî serbilind in".

Di koalîsyona li dijî DAIŞê de 600 leşkerên dewleta Kanadayê hene.