Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pêşmerge Berxwedan li Qoserê hat veşartin
 
Pêşmerge Berxwedan li Qoserê hat veşartin
2016-10-19 18:05
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şehîdê yekem ê şerê rizgarkirina Mûsilê Kurdekî ji Qosera Mêrdînê ye.

Cenazeyê Fermandarê Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) ku di operasyona Mûsilê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliîyê malbata wî ve hat wergirtin û li Qosera Mêrdînê hat veşartin.

Berxwedan Mardînî (Servet Abişka) ku di nava Hêzên Zêrevanî yê Pêşmerge de cîh digirt, li eniya Xazirê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiîyana xwe ji dest dabû û şehîd ketibû.

Cenazê Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) li goristana Uğur Kaymaz hat definkirin.

Birayê Pêşmerge Sabri Abişka, di derbarê şehidbûna birayê xwe de ji çapemenîyê re axivî û got: “Ew şehidê çar parçeyên Kurdistanê ye. Em bi şehadeta wî serbilind in. Pêşmerge Berxwedan Kurdistan yek dihesiband. Ji roja êrîşa DAIŞ"ê û heta îro cihê xwe di sengerên herî pêş de girtibû.”

Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) xelkê gundê Xirbe Qeplo yê Mêrdînê bû. Berxwedan di sala 2008’an vê de di nav Pêşmergeyên Zêrevanî de bû. Berxwedan bavê 2 zarokan bû.