Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Daeş ji tirsa peşmergeyan ketin qirrika hevûdu de!
 
Daeş ji tirsa peşmergeyan ketin qirrika hevûdu de!
2016-10-17 16:45
MediaKurd > info@mediakurd.com
17/10-2016- Musil seet 16:00
Li gor dengûbasên cuda-cuda Rêxistina terorê ya Daeşê niha bixwe ketine qirrika hev û şerrê hev dikin.

Li gor ajansên YDH ISNA-yê, serokê polîsên Bagdadî, Ebu Osman hewildana darbeyekê li dijî Bagdadî kiriye.

Di vê hewildanê gelek kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Li aliyê dî jî, li gor dengûbasa Sumeriyeyê, Gruba polîsên Îslamî, di bilidgoyên (hoparloran) yê Musilê de bang kirine ku wan desthilatdariya Ebubekir Bagdadî li Musilê ruxandine.

Her li gor vê nûçeyê, Ebubekir Bagdadî reviye û ew ber bi Suriyeyê, bajarê Raqayê ve çûye.