Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Me çek dane PYD. Kurd serxwebûnê naxwazin
 
Me çek dane PYD. Kurd serxwebûnê naxwazin
2016-10-14 23:10
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Sûrîyê Beşar Esad, ji rojnameya Komsomolskaya Pravda ya Rûsî re ragehand ku beşê herî mezin ji Kurdên Rojava serxwebûnê naxwazin.

Beşar Esed ji rojnameya Komsomolskaya Pravda re got: “Gotûbêjên me li gel berpirsên Kurdên Rojava ( ango PYD) berdewam in û me çek jî dane wan”.

Beşar Esad, gelek carên din jî gotibû û niha jî eşkere dike ku wan di şerê li dijî DAÎŞê de alîkarîya PYD kiriye û çek jî ji wan re şandine.

Ji ber ku PYD Kurdên rojava û partîyên ku ne hevalbendên wê ne asteng dike, wan digre û mecbûrî koçberîyê dike, xwe wek berpirsê Kurdên rojava dibîne. Û helbet Beşar Esed û rejîma wî jî hevalbendê xwe PYD wek berpirsê Kurdên rojava dibîne. Ji ber ku PYD Kurdistanek serbixwe naxwaze û xwe wek parêzer û dergevanê Sûrîyeyek yekgirtî û demokratîk dibîne, Beşar Esed jî bawer dike ku Kurdên rojava serxwebûnê naxwazin. LÊ di rastîya xwe de ji derveyî PYD her ferdê Kurdên rojava Kurdistanek serbixwe dixwaze û ne bi PYD û Esed re ye.

Serokê Rêjîma Sûriyê Esad herwiha got jî: “Bêhtirê kurdên Sûriyê serxwebûnê naxwazin.”