Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK bi pilana Malikî û Îranê li Şingalê dimîne
 
PKK bi pilana Malikî û Îranê li Şingalê dimîne
2016-10-14 22:28
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK ne enê li seranserê Kurdistanê, herweha li serê Şengal û Şengalîyan jî bûye bela. Bi dehan car rayedarên Kurdên Êzîdî yên Şengalê û rayedarên hikûmeta Kurdistanê anîn zimên ku PKK bi plan û projeyên hikûmeta Iraqê û Tehranê li Şengalê ne û ji hikûmeta Iraqê peran distînin.

Di vê derbarê de Kurdê Êzîdî Seîd Şingalî dîsa anî zimên ku PKK bi plan û projeyên Iraq û Îranê li Şengalê ye û ev plan ji alî Nûrî Malikî û melayên Îranê ve tê birêvebirin.

Li gor Seîd Şingalî dibêje, hikûmeta Bexdayê mehane 400 dolarî dide çekdarên PKK û ev jî ji bo têkdan û alozkirina rewşa Kurdistanê û Şingalê ye.

Seîd Şingalî, bi dewamî anîye zimên ku " Mana PKK li Şingalê ne tenê daxwaza PKKê ye, ev kiryar plana Nûrî Malikî û Îranê ye. Malikî û Îranê bi hev re ev plan danîne ji bo rewşa Şingalê têkbibin û alozîyan di navbera Kurdên Êzîdî û Kurdên misilman de derêxin".