Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ji bo operasyonê her tişt amade ye
 
Ji bo operasyonê her tişt amade ye
2016-10-12 21:34
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rizgarkirina bajarê Mûsilê di rojevê de ye û ji bo operasyonê jî wext nêzîk dibe. Li gor Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dide diyarkirin, her amadekarî ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê tên kirin û destpêkirina operasyonê ne dûr e.

Di derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de Nîqaş û amadekarî berdewam dikin. Hem dema destpêkirina operasyonê, hem jî hêzên ku wê beşdarî operasyonê bibin nîqaşên mijara operasyonê ne. Bi taybet dewleta Tirk dixwaze beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe da ku Mûsil nekeve destê Kurdan û ew jî di Mûsilê de xwedî deng û gotin bin.

Di vê derbarê de Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, eşkere kir ku amadekarî hatine qonaxa dawîn û ew li bende dema destpêkirina operasyonê ne. Lê Yawer dema operasyonê nabêje ji ber ku amadekarî û operasyon nehînî û bi dizî tên kirin û qedexe ye ku wextê wê bê gotin.

Di derbarê beşdarbûna hêzên operasyonê de jî Cebar Yawer anî zimên ku "ji derveyî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên hikûmeta Iraqê, wê tu hêzên din beşdarî operasyonê nebin. DNY û hevpeymanên navdewletî tenê wê di warê şêwirmendî û alîkarîya hewayî ji wan re bibin alîkar".