Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Arif Zêrevan: Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
 
Arif Zêrevan: Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
2016-10-11 14:51
MediaKurd > info@mediakurd.com
HEWLÊR, 2/10 2016 — Başûrê Kurdistanê ji Tehranê yan ji Enqereyê cida nabe û serxwebûna xwe îlan nake.

Başûrê Kurdistanê serbixwe jî bibe dê li hemberî Bexdayê serbixwe be û cida jî bibe dê ji Bexdayê cida bibe.

Yanî danûstandinên ji bo serxwebûnê divêt digel Bexdayê bên kirin û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di serdana xwe ya Bexdayê de ev mesele danî ser maseya minaqeşeyê.

Kurdan kirasê minminandinê çirand. Kurdan karta serxwebûnê berî hemî dewletên dinyayê danî ser maseya Bexdayê û bi îhtimaleka pir mezin Kurdistan di destpêkê de dê wekî Hong Konga Çînê bibe herêmeka serbixwe di nêv tixûbên siyasî yên Iraqê de ko bikare aboriyeka serbixwe hebe, siyaseteka derve ya serbixwe hebe û heta siyaseteka bergiriyê ya serbixwe hebe lê belê wekî form di nêv çarçeweya tixûbên siyasî yên Iraqê de be.

Kurdistan dê bikare kontraktên siyasî, aborî û eskerî digel welatan îmza bike û sîlehan ji welatên biyanî yekser bikire û sîstemeka bergiriyê û ewlekariyê ya xweser ava bike lê belê hevkariya ewlekarî û istiqrara Iraqê jî bike.

Bi heman awayî Iraq jî dê piştgiriya ewlekariya siyasî û eskerî ya Kurdistanê bike û Kurdistan û Iraq wekî du dewletên serbixwe lê ne cidabûyî bi hev re bijîn.

Heger bala we kişandibe serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa "serxwebûnê" dike û behsa "cidabûnê" nake. Di vê qunaxê de serxwebûneka bêyî cidabûn ji kurdan re jî baş e û rê li ber gelek probleman digire.

Rê li ber tehdîdên Îranê têt girtin, rê li ber dilnexwaziya Tirkiyeyê têt girtin û Kurdistan wekî partnera Iraqê dikare xwe li hemberî welatên derve jî biparêze.

Li Bexdayê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pir vekirî ji serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re got ko ew piştgiriya hikûmeta Ebadî dike. Ebadî jî got hem li Bexdayê û hem li Kurdistanê "xêrnexwazên" herduyan jî hene û bêyî ko navan bide behsa fitnebazên wekî Nûrî Malikî û mitefiqên wî yên li Kurdistanê kir.

Ebadî jî got ew piştgiriya ewlekarî û istiqrara Kurdistanê dike û di warê aborî de jî dê hevkariyê digel Kurdistanê bike. Yanî Barzanî û Ebadî li Bexdayê xencerek li dilê Îranê xist.

Dema rizgarkirina Mûsilê ji destê terorîstên Daişê nêzîk dibe û Barzanî û Ebadî li ser plana rizgarkirina Mûsilê jî li hev hatine.

Pêşmrgeyên Kurdistanê ji sê aliyan ve Mûsil dorpêç kirine û bêyî pêşmergeyan ordiya Iraqê nikare Mûsilê ji destê Daişê rizgar bike.

Heta ko Daiş li Mûsilê hikimdar be kurd jî li Hewlêrê û li Dihokê nikarin bi rehetî razin û tehdîda li ser ewlekariya Kurdistanê rênade ko aboriya Kurdistanê jî bi ser xwe ve bêt.

Di destpêka rizgarkirina Mûsilê de hinek dî mihacir bên Kurdistanê jî paşê xelk dê bikarin vegerin ser cih û warên xwe û barê mihaciran yê li ser pişta xelkê Kurdistanê û hikûmetê dê siviktir bibe.

Hêviya me ew e ko bi hevkariya Kurdistanê û Iraqê rê li ber desttêwerdanên Îranê bêt girtin da Ebadî û

Bexda bikarin serweriya ax û siyaseta Iraqê biparêzin û da Silêmanî jî wekî berê nebe xana fitnebaziya Îranê.

Di vê serdanê de Barzanî û Ebadî niyetpakiya xwe ji bo hevdu dubare kirin. Bêguman hemî problemên kombûyî di roj û şevekê de nayên çareser kirin.

Herdu alî jî heta ko ji wan bêt dê metodên lihevkirinê û diyalogê bi kar bînin.

Heger hat û ew jî bi ser neket jixwe biryar li ser serxwebûnê û heta cidabûnê hatiye dan.

Ji bo bihevrejiyana Iraqê û Kurdistanê ev şansê dawiyê ye. Yan lihevkirineka jidil û adil li ser esasê serxwebûneka [ne]cida yan jî lihevnekirin û serxwebûneka cida.

Nefel-mediakurd.