Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Weşana Newroz TV berdewam e!
 
Weşana Newroz TV berdewam e!
2016-10-11 08:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
11/10-2016-Stockholm

Xebatkarê Newroz TV, Zeyneb Murad li ser paşeroja televîzyonê weha dibêje:

EUTELSAT Newroz TV agahdar kiriye ku weşanên wê yên li ser HOTBIRDê dê werine birîn.

Lê herçend Hotbird Newroz TV rawestandiye jî, weşan dê her berdewam be.

Zeyneb Mûrad weha berdewam dike:

Lê eger Hotbird weşanê bibire jî, Newroz TV ji ser NILESATê weşana xwe dewam dike û lewra di xebata weşana wê de tu guhertinek nebûye.

Newroz TV ku bi taybetî berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê di sala 2007an de dest bi weşana xwe kiriye.

Navendeke xwe li herêmeke ya Stockholmê vekiriye.

Wêne: Ji radyoya kurdî li swêdê