Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em li Îsraîlê kurdan wekî leheng dibînin û rêzê ji wan re digirin
 
Em li Îsraîlê kurdan wekî leheng dibînin û rêzê ji wan re digirin
2016-09-25 19:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Pispor û şîrovekarê siyaseta Rojhilata Navîn Dr Edy Cohenê îsraîlî ragihand ku divê Herêma Rojava bibe Federasyon û têkiliyên xweş bi Telavîvê re çêkê ku dewleta Îsaraîlê wê biparêze.

. Edy Cohen: "Herêma Kurdistanê wê dewleta xwe damezrîne" Navenda Nûçeyan - Pispor û şîrovekarê siyaseta Rojhilata Navîn Dr Edy Cohenê îsraîlî di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de ragihand ku divê Herêma Rojava bibe Federasyon û têkiliyên xweş bi Telavîvê re çêkê ku dewleta Îsaraîlê wê biparêze. Kurdên Rojava nimûneyeke lehengiyê ne ku zulm û zordariya Esad qebûl nekirin.

PÊŞEROJA KURDAN DI DEWLETBÛNÊ DE YE

Dr. Edy Cohen di axaftina xwe de got: "Li gel ku kurdan di şer de gelek qurbanî dan jî, mixabin cîhana navdewletî piştgiriyê nade wan û îtîrafê bi wan nake. Em li Îsraîlê kurdan wekî leheng dibînin û rêzê ji wan re digirin. Kurdên Sûriyeyê gelek êş û azar ji zordariya Esad dîtin û mafên wab û welatîtî ji wan hat standin. Ez ti siberojê ji kurdan re di wê pergala hovane de nabînim, eger kurd nebin dewlet. Heke bibin dewlet, Îsraîl dê yekem dewlet be ku wê qebûl bike û binase.

BANGÎ SEROK BARZANÎ DIKIM KU DEWLETÊ RAGIHÎNE

Cohen di berdewamiya axaftina xwe de banga Barzanî ya serxwebûnê nirxand û got: "Ez hêvî dikim û bangî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim ku serxwebûna Kurdistanê ragihîne wekî çawa bavê me David Ben-Gurion ligel ereb û dewletên rojavayî yên dijî dewleta Îsraîlê derdiketin, serxwebûna Îsraîlê ragihand."

EREB Û TIRK TUCAR XÊRA KURDAN NAXWAZIN

Pisporê îsraîlî di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Ereb û tirk xêrê ji kurdan re naxwazin, ew siyaseta "perçe bike û kontrol bike" li ser kurdan dimeşînin û kêşeyan di nav kurdan de diçînin da ku wan qels bikin. Tekane çeka kurdan, yekîtî ye. Yekîtiya kurdan dê wan tirkan têk bibe û rastî ew e ku tirk yekem gel bûn ku serî li Rojhilata Navîn jê kirine. DAIŞ ne ya yekem bû. Osmaniyan komkujî û qirkirin li dijî ermenan pêk anîn û kurd li dijî ermeniyan sor kirin."

BILA REWŞENBÎRÊN KURD TEKILIYÊN XWE BI ÎSRAÎLÊ RE DEYNIN

Dr. Edy Cohen di dawiya axaftina xwe de got: "Siyaseta Tirkiyeyê û ya Îranê wekî hev e. Ew naxwazin dewleta kurdan çêbibe wekî çawa Îran dixwaze Îsraîlê xera bike. Îran naxwaze dewleteke kurdan li ti deran çêbibe. Ez bi xwe bangî hemû kurdan dikim û bi taybetî rewşenbîran ku têkiliyan bi îsraîlê û rewşenbîrên îsraîlê re deynin da ku hevkariya herdû gelan zêde bibe."


Sputnik