|
Bila ENKS vegere Rojava û xebatên xwe bimeşîne |
|
2016-09-25 19:50 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand ku, bila Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) xwe ji eniya Tirkiyeyê vekişîne û vegere Rojava kar û xebatên xwe bimeşîne.
Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Serkirdeyê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl anî ziman ku bila ENKS tevlî projeya Rojava bie û kar û xebatên xwe bike û daxwaz ji ENKSê kir ku, bila xwe ji eniya Tirkiyeyê vekişîne û vegere Rojava.
Xelîl da zanîn ku ew tu hêzeke din li Rojava qebûl nakin û ger derdê ENKSê parastin e, bila pêşmergeyên wan tevlî YPG,YPJ û HSDê bibe û Rojava biparêze. Aldar Xelîl eşkere kir ku ew naxwazin ezmûna Herêma Kurdistanê dubare bikin û du hêzan çêbikin.
Sputnik |
|
|