Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Civîna Parlemantoya Iraqê nedestûrî bû..Karekî siyasî û tolhildan bû
 
Civîna Parlemantoya Iraqê nedestûrî bû..Karekî siyasî û tolhildan bû
2016-09-25 19:40
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezîrê Darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî ragihand, pêngava Parlamentoya Iraqê bo wergirtina baweriyê ji wî û dûrxistina wî ji wezaretê
tolhildan bû û ew civîn nedestûrî bû.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Hûşyar Zêbarî îro pênşemî 22ê Îlona 2016 li bajarê Hewlêr konfranseke rojnamevanî li dar xist.

Di vê konfransa rojnamevanî de, Hûşyar Zêbarî derbarê standina baweriyê ji wî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve zanyariyên dide.

Hûşyar Zêbarî di destpêka axavtina xwe de, amaje bi civîna duh a
Parlamentoya Iraqê û biryara parlamentoyê bo wergirtina baweriyê ji wî kir û him civîna parlamentoyê û him jî biryara wergirtina baweriyê bi neyasayî bi nav kir. Hûşyar Zêbarî ragihand, şêwaza standina baweriyê û şêweya arastekirina pirsyarê di civîna parlamentoyê de neyasayî bû.

Zêbarî ragihand, heta rûniştina roja 27ê Tebax a 2016 a Parlamentoya Iraqê jî neyasayî bû û wan li ser wê rûniştina parlamentoyê gilî li cem Dadgeha Federal tomar kiriye. Zêbarî herwiha da xuyakirin, biryara standina baweriyê ji wî weke karekî siyasî û tolhildanekê bû.

Wezîrê Darayî yê Iraqê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir:
“Renge hinek (kes û alî) dilê xwe xweş bikin, ku bi wergirtina baweriyê ji
Zêbarî, PDK û Serok Barzanî şikestin, lê belê ew ji wê yekê mezintirin û
Serok Barzanî ji Zêbarî mezintir e.”

Hûşyar Zêbarî diyar kir, ku ew amade ye hemû dosyayên Wezareta Darayî ya Iraqê aşkera bike.

Zêbarî tekez kir, ku Fraksyona Dewleta Qanûnê û şexsê Nûrî Malikî renge
kîneke mezin hebin, nek tenê li hember Kurd û Hikûmeta Herêma
Kuridstanê, belku li hember Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî û dixwazin hikûmeta wî rastî şikestinê bînin.

PDK info